1 Xeca berlînî Roman Hesen Îbrahîm 11 . 11 . 2008 Nürnbêrg -1 – - Navê min şêrûye..Heval dibêjne min şêr. Jiber zîrekî û mêranyên min! Lidur xu zifirî kes nedît bawer jê bikit.Şerm kir. - Bibure,navê min yê rastî reşûye.Xelkî digotine min reşku. Dengê xu...
More
1 Xeca berlînî Roman Hesen Îbrahîm 11 . 11 . 2008 Nürnbêrg -1 – - Navê min şêrûye..Heval dibêjne min şêr. Jiber zîrekî û mêranyên min! Lidur xu zifirî kes nedît bawer jê bikit.Şerm kir. - Bibure,navê min yê rastî reşûye.Xelkî digotine min reşku. Dengê xu nizim kir. - Reşku yê êtîm,reşku yê şivan. Serê xo şor kir,kasêta mejyê wî,kete karî. Bîrdanka xu ya reş vekir.Berî xu dahêlte kuratîya rojên nexoş.Berî tijî goha kenîya wan biçûkên çivêl,ewên yarî pê dikirin bibit. - Reşku yê bê xudan.. Şivanê nêrî û beran. - Şelê wî yê dirîyaye.. Şîva wî digel ya saye. - Mala wî pişta lîse.. Difina wî ya bikilmîşe. -Reşku reşku bextê te. Heker bû noba me.. -Tû newe mala me. Dilê me dê reş bit.. Xwarina me dê nexoşbit... Divîya dest dite gopalê xu û birahêlte kuma wan.
Less