Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 110 Heziran 2014 rûpel 1 ji 17 Bultena agahdariyê N° 110 - Hezîran 2014 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tel. 02 219 80 60 – 047 897 882 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet....
More
Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 110 Heziran 2014 rûpel 1 ji 17 Bultena agahdariyê N° 110 - Hezîran 2014 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tel. 02 219 80 60 – 047 897 882 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet. www.facebook.com/bureaukurde ÇALAKIYÊN BUROYA KURDÎ GULAN 2014 FÎLM 18.05.2014 : Du kurtefîlm Fîlmçêker Sehîm Umer Xelîfe li Buroya Kurdî du kurtefîlmên xwe, “Bagdad Messi” û “Bad Hunter” (Nêçîrvanê Xerab), nîşan dan. Fîlma pêşîn zarokekî ku lingekî xwe hunda kiriye û ku di yaneyeke (équipe) futbolê de li Bexdadê, li Iraqê, dilîze nîşan dide. Li gel kêmendambûna (seqetbûn) xwe, ew bi coşeke mezzin dilîze, lê hevalên wî henekê xwe pê dikin. Li dawiya fîlmê, ew tevî bavê xwe ji agirê têrrorîstan direve. Her du tecrube dikin ku xwe li paş erebeyekê veşêrin, lê berek (gulle) li bavê dikeve û ew dimire. Lîzvanên (acteurs) fîlmê Ereb in û bi erebî dipeyivin. Jêrnivîs jî bi ingilîzî û hollandî ne. Ji 2013 de, di salekê de, wê 42 xelatên navneteweyî s
Less