Bultena ya agahdariyê – N° 49 Rûpel 1 Bultena agahdariyê - N° 49 Gulan 2009 www.kurdishbureau.be Quai aux Pierres de Taille 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 - kurdishbureau@scarlet.be XEBATA BUROYA KURDÎ Nîsan 2009 KONFÊRANS 26.04.2009 : Mêdyayên...
More
Bultena ya agahdariyê – N° 49 Rûpel 1 Bultena agahdariyê - N° 49 Gulan 2009 www.kurdishbureau.be Quai aux Pierres de Taille 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 - kurdishbureau@scarlet.be XEBATA BUROYA KURDÎ Nîsan 2009 KONFÊRANS 26.04.2009 : Mêdyayên kurdî Banû Şemzîn Cihanî, rojnamevan, rola mêdyayên kurdî û aliyên wan ên erênî û neyînî şirove kirin. Wê anî bîran ku rojnama yekemîn a kurdî „Kurdistan“ li sirgûnê, li Qahirê, di 1898 de derketi bû û ku kartêkirineke (te’sîr) mezzin li ser gelê kurd kir. Lê, ji sedema perçekirina Kurdistanê di nav çar perçeyan de, mêdyayên kurdî ketin bin kartêkirina welatên serdest û wan welatan ne hişt ku ev mêdya pêş de biçin. Weka nimûne, Tirkiyê navê Kurdan kiri bû „Tirkên çiyayî“, Îranê ew weka dergevanên sînorên di navbera Îran û Iraqê de hesab dikir, li Iraqê Hesen El-Mecîd, pismamê Saddam Huseyn ku bi navê „Elî Kîmyawî“ hatiye nasîn ji Kurdan re digot „Seh !“ (kûçik), û Sûriyê netewahiya sûrî ya jimareke mezzin ji Kurdan ji wan stend. Ji sedem
Less