Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 83 Adar 2012 rûpel 1 ji 11 Bultena agahdariyê N° 83 - Adar 2012 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet.be XEBATA BUROYA KURDÎ SIBAT 2012...
More
Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 83 Adar 2012 rûpel 1 ji 11 Bultena agahdariyê N° 83 - Adar 2012 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet.be XEBATA BUROYA KURDÎ SIBAT 2012 KONFÊRANS 26.02.2012 : Rewşa siyasî ya Kurdistanê di şerrê ci- hanê yê yekemîn de (dûmahîk) Wezîrê Eşo, dîrokzan, vê carê li ser siyaseta Rûsya li hemberî pirsa kurdî, weka welatekî endamê bloka An- tana (Entente), ku ji Ingiltere û Fransa bêtir nêzîkî sî- norên Kurdistanê ye, peyivî. Rûsya xêzek wê ya aşkere û dayîmî li hemberî pirsa kurdnî nîn bû. Gelek caran, hin dîplomat û serokên leşkerî yên rûs pêwendî bi se- rokên kurd re, li gora aghdarî û dîtinên xwe yên şexsî, dikirin. Ramyariyên (siyasetên) ku wan li dora pirsa kurdî dajotin carna ji bo Kurdan baş bûn, lê bi awakî giştî, ramyariya Rûsya li hemberî Kurdan ne baş bû. Gelek caran, leşkerên rûsî ew bi hiştî dipelixandin. Loma, serokê bingeha leşkerî ya rûsî li Başkalê, li Tir
Less