Ger li Parîsê jiyabam Kejal Nûrî Minê li her kolanekî, nemamek bişewitanda Li her taxekî, camê erebeyekî bişikanda Bi siboxa hemelşina sor, Li ser camxaneya hemû marketan binivîsanda û Firçeya Salvadur Dallî bianiya û Mal bi malên wî bajerî sor bikira, Û...
More
Ger li Parîsê jiyabam Kejal Nûrî Minê li her kolanekî, nemamek bişewitanda Li her taxekî, camê erebeyekî bişikanda Bi siboxa hemelşina sor, Li ser camxaneya hemû marketan binivîsanda û Firçeya Salvadur Dallî bianiya û Mal bi malên wî bajerî sor bikira, Û dar û berên Şanzêlîzê (Champs-Élysées) Weke kevirekî xwîniyê li ser lotika Qendîlê, Piştî şehadeta her gerîlayekî, bixemilanda. Min li berdem derê her malekî, alayeke Kurdistanê diçeqand, Ger li Parîsê jiyabam Bi siboxa reş, Li ser rawestegeha hemû otubusan binivîsanda: Hûn bûn yên peymana Saykis Pîko îmze kir Û li Lozanê, dîroka kurdan gehande roja îro. Ger li Parîsê jiyabam, Niha weke Eliya Macîd, Çend jinên por zer û çav şîn têde hene
Less