Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 64 Tebax 2010 rûpel 1 ji 10 Bultena agahdariyê N° 64 - Tebax 2010 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet.be ŞAŞÎ Di bultena berê, hejmar...
More
Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 64 Tebax 2010 rûpel 1 ji 10 Bultena agahdariyê N° 64 - Tebax 2010 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet.be ŞAŞÎ Di bultena berê, hejmar 63, rûpel 2 de, me du şaşî kirin. Em ji xwendevanan ji bo vê yekê buhurandinê hêvî dikin. Ev şaşî li ser pirtûka nuh a dîrokzan Wezêrê Eşo, « Kurdanê Mezin Qanatê Kurdo » bûn. Em li jêr wan rast dikin : - Qanatê Kurdo ne tam Kurdekî Ermenistanê bû. Di 1981 de, ew tevî malbata xwe reviya bû Ermenistanê. Piştî demeke kurt, li Tbîlîsî, li Gurcistanê, bi cî bû. Piştre, di 1928 de, çû Lênîngradê, Rûsya, û tê de heta wefata xwe ma. - Kurdo di sêwîxanan de ne jiya, lê li dibistana hundirî (internat) ya Lazo, li Tbîlîsî, li Gurcistanê, xwend. NÛÇE JI KURDISTANÊ TÎRMEH 2010 KURDISTANA TIRKIYÊ TAWANBARKIRIN Deh meh zîndan ji stranbêjekî kurd re Di 29 Hezîran 2010 de, stranbêjê kurd Cevdet Bağca ji aliyê Dadgeha 5mîn a cezayên giran a Diyarbek
Less