Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 106 Sibat 2014 rûpel 1 ji 12 Bultena agahdariyê N° 106 - Sibat 2014 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tel. 02 219 80 60 – 047 897 882 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet....
More
Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 106 Sibat 2014 rûpel 1 ji 12 Bultena agahdariyê N° 106 - Sibat 2014 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tel. 02 219 80 60 – 047 897 882 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet. www.facebook.com/bureaukurde ÇALAKIYÊN BUROYA KURDÎ ÇILE 2014 KONFÊRANS 26.01.2014 : Çawa huner, şano jî tê de, dikare civakekê û dêmokrasiyê pêş de bibe? Rêzan Salih, hunermend û çalakvana mafên mirov, li ser rola girîng a hunerê di guhertina zihniyyetan di civakê de, peyivî. Vaye kurteya konfêransa wê : “Henrik Ibsen, nivîskarê şano (théâtre) yê norvêjî yê mezzin ê sedsala 19mîn, şanoçêker (derhêner) û hel- bestvan, dixwest ku nîşan bide ku çawa meriv dikare civakê bi riya awayên cihê yên Hunerê, bi taybetî şano, pêş de bibe. Çima Ibsen û ew kî ye ? Ew di 20 Adar 1828 de bûye û di 23 Gulan 1906 miriye. Ew gelek caran bi « bavê rêalîsmê » tê bi nav kirin û yek ji avakerên modêrnîsmê di şano de ye. Wî ji 25 perçeyên şano bêtir nivîsîne. Ji berhemê
Less