Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 80 Kanûn 2011 rûpel 1 ji 11 Bultena agahdariyê N° 80 - Kanûn 2011 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet.be XEBATA BUROYA KURDÎ TEŞRÎN...
More
Buroya Kurdî Bultena ya agahdariyê n° 80 Kanûn 2011 rûpel 1 ji 11 Bultena agahdariyê N° 80 - Kanûn 2011 Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11, 1000 Bruxelles - Tél. 02 219 80 60 www.kurdishbureau.be kurdishbureau@scarlet.be XEBATA BUROYA KURDÎ TEŞRÎN 2011 KONFÊRANS 13.11.2011 : Rewşa siyasî ya Kurdistanê di şerrê yekemîn ê cihanê de (2) Wezîrê Eşo, dîrokzan, kurtegotina bûyerên ku li ser dîroka Kurdistanê kar tê kir (te’sîr kir) dewam kir. Tirkiyê xewna panturkîsmeke nuh, ango dagîrkirina Azerbaycana Îran û Rûsya û welatên din ên Asya Na- vendî ku tê de rûniştevan zimanên cihê yên tirkî dipeyivîn, û gihajtina heta Mongolistanê, didît. Loma dîrokzan li ser dîroka Kurdistana Îranê û dora wê rawestiyan. Di vajayê (eks) Tirkiyê de, Îran ne di tu blokekê de bû û xwe bêalî « neutre » îlan dikir. Lê we- latên her du blokan hesabê vê yekê ne dikir. Dema ku Tirkiye bi bikaranîna Kurdan û piştgiriya Almanya ket nav Îranê, Rûsya biryar stend ku wê nehêle, leşkerê xwe bi serokatiya gênêral Ba
Less